|
Medya û bi
hemû alav û dezgehên xwe yên cuda cuda ve bi xwe
behaneyeke jibo bicihhanîna kamneyan ne xasime
kamneyên sûdbexº jibo tebahiyê bi giºtî û jibo
xweyatiyê bi taybetî lê belê bi merc ku di her dû
baran de ji çarçêve û rewºt û tîtalên nasyar yên
medyayê ne derkeve.
Ji kevin de seranser dîrokê hem ya dêrîn hem jî ya
nûjen medyayê bi alavên xwe yên asan û sava bandora
xwe li deravê bûyeran dike.
Lê kîjan aliyê berpirs pêgîriyê bi rewºt û tîtalên
medyayê dike ? Kîjan aliyê berpirs hay jê heye ? Kîjan
aliyê berpirs ji derheqa wê berpirsiyê der dikeve?
Berî heyamekê û di kurte Gotarekê de bi navê ( Kuºtin
çareseriya herî sanehî ) Min hewilda ku ez amajê bo
bûyera birakujiya Qabîl û Habîl î bidim û heya
radeyekê kamneya min bi cih hat ji nivîsandina wê
gotarê, lê sebaret bi rolê medyayê derbarey wê bûyerê
, ez dixwazim di roja îro de bi bûyerên demjimêr ve
bibestim û ji hindek layenên din ve ronahiyê lê bikim.
Di heyama hevkat de wek ku li berçav dezgehên
ragehandinê û medyayê bi giºtî û heyvên pêºesazî yên
ku kenalên esmanî bi xwe ve dibestin bi taybetî bi
pirraniya xwe tûºî ºêwazên larê dibin û rengek nû ji
dûberekiyê û cudabûnê diafirînin çi bi niyaz çi jî bi
bêniyaz û mînaka herî baº jî kenalên Erebî ne yên ku
bi rûyên qayîm pê li pirinsîp û ºengestên rebaza medya
ya azad û sûdbexº dikin.
Bi awayek tirsinak û hejî tirane û di eynî wext de
hejî zîmar perwerdeyek nû dibexºin jibo miletên xwe
yên ku li pey rabirdûyê xwe di rewin û di encam de
kartêkirinek nerînî ser avakirina kesayetiyên wan
peyda dibe û ya herî dijwar ewe ku delîveyê heldixîne
ku hertim lamij û sade û fanatîk bimînin mixabin.
Mirovê ku bi regezê xwe bi wî cûnê berpirsiyê ve
girêdayî cihê daxê ye nekare hergîz rizgar bibe ji
niºteyê efsaneyên têkel bi rûdanên rasteqîne di
qunaxên dîrokî yên ciyawaz de, herweha rasteqîniya
kesayetiyan jî yên ku di rojgara me de mîna qehreman
yan pêºrew yan pêºewa dihên li bîr û qelem dan.
Di zanistê derûnî de ( Psychology) zanaye ku mirov bi
rengekî yan yek din tûºî bandora Jîngeha xwe dibe û
herweha helsûketên kesanên xwedî desthelat û li vir
xêr û gunneh dadikeve ser sitoyê medyayê û alavên wê
yên roj bi roj berev zêdebûnê ve diçin.
Jibo ku mijar tevlihev nebin û jibo ku mebest wek
pêdivî bigehe,
jibo ku mafê kesekî ne hê xwarin herçende ev diyarde
bûye rewºt li nava civakan bi taybet yên ku rolek
mezin û tirsinak di arastekirina deravê bûyeran de
dileyizin.
Lew ez dixwazim hindek serxalan destnîºan bikim ji
rûpelên mêjûya kevin û ya nû jî:
- Rewºa birakujiya Qabîl û habîl : ( Mijarek giring e
û hejî raman û hizirkirine jibo kesayetiya mirovî bi
giºtî lê çima çi dezgehên medyayê ser na sekinin ne
xasime medya ya Erebî yên ku Adem û Qabîl û Habîl
dikin birabavên xwe?)
- Rewºa pirraniya pêxember û hinartiyan û xweristeyê
efsaneyê yê ku bi ser jiyannameya wan de girtî û di
encam de hindek guman û wêneyên aºobî diafirîne bo
nimûne Mehemed Kurrdê Evdile yê ku bi regezê xwe
digehe Ibrahîm xelîl û wek zanayî jî Ibrahîm Xelîl
kurde, her weha mesela jinhanîna wî çend car, heya
niha sêbehrên Musilmaman nizanin ka çend caran Jin
hanî ye û ne amade ne jî bizabin, ma qey çima dezgehên
medyayê ser na sekinin ne xasime medya ya Erebî yên ku
ev mijar ji qedexeyan dihijmêrin?)
- Zerdeºtê kal û kêmatiya pûtê bi jîn û jiyar û rol û
peyama wî jibo mirovayetiyê wek pêxember û herweha
giringiya ºiyanên wî wek Hekîm û luqman û bilîmetiya
wî ku yekem kes e di temenê mirovayetiyê de ku
Biktirya aºkera kirî, ma qey çima carekê ( Bi xeletî
jî be ) Qala wî nakin û bidin nasîn herçende pêdivî na
ke ji bo xeyrî ereban çunkî nasyar e.
- Hewildan û handan jibo peydakirina nakokiyê
dinêvbera ol û ayîn û çîn û baweriyên cuda cuda de û
zivêrkirina wêneyên mêjûyî bi taybet yên ku bi kesan
ve girêdayî.
- Inkarkirina hebûn û rabirdûyê biyaniyan wek ku dihên
li qelemdan û pêwîstkirina zatê xwe di her dest û darî
de bêyî ku tiºtek li berçav bihê wergirtin.
- metirsî û newêrekî ji ºikandina sêgoºeya qedexeyan
di cîhana xwe de, sêgoºeya ku ji Sex - Ayin - Siyaset
pêkdihê ji kevin de û heta roja îro û wek dihê zanîn
jî ku çi gava ku hewildanek ji aliyê kesên yaxîbûyî
hebe yekser tûºî rexne û yasayên jingarûyî dibe dûr ji
ºaristaniyetê û mafê derbirînê.
- Bexºîna destûrê jibo pêºêlkirina maf û jîn û jiyara
serok û rêber û pêºrewên gel û milletan û jibo nimûne
: Selahedînê Eyobî yê Baban - Bavê Muslimê Xurasanî -
Kurrê Teymiyê û .. hd.
- Hiº be ..!
- Qedexe ye.
- Yan bêdengî yan neman.
- ...........
- Qey xwedê hezkiriye !
Dengek ji bilindahiyên dûr divede : Ne xêr, hayê min
jê nîne, çima hertiºtî dikin sûcê min de?
* * *
.. çi pê na çe û dengek din ji kovkên bi serê minaran
ve hilawîstî dihê û dê bibêje : Kurdek din jî yê dîn
bûyî.
.. çi pê na çe û meftî û melayên mizgevtan dê
biragehînin û bibêjin : qetlê kurdek din jî helal e.
Çi pê na çe û newroz dê bibe …bi tirkî û farisî .
Piºtî ku bûye Eid El rebî´
.. çi pê na çe û heyva Erebsat ya pêºesazî dê wêneyên
( ne ºêlî ) Biveguhêze bo tevahiya kenalên esmanî û
desgehên êzgey û rojnamegeriyê û malperên Torra
Internet û dê daxuyanniyekê bidin ku Kurdek din jî
bêwifa derket.
..çi pê na çe û hinartiyên Kenalên esmanê yên Erebî de
bejn û balayên xwe yên deqisî bi zîr û kumzîran
xemilînin û Bihîstok û Kamîreyên xwe arastey
serûsîmayên min bikin dawî ku dibe qadeya ezmonan jibo
hindek cûnên nû ji eºkenceyên asayiº û parastin û
interpol î û kêlîka ku di pexºê xwe de biweºînin -
Taybet Bi ( filan yan bêvan kenalî ve ) û mafê
çapkirinê parastî ye, dayika min ya reben li hember
Televizyon reº û sipî dûdil dibe ku ez im çunkî jiber
diaxivim û henaseyên dawiyê hildikºînim ( Keferata
mirinê radigehênin) .
.. çi pê na çe û Civata ºalyarên derveyî dê kombûnek
ne asan biragehînin û hemû ºalyarên betal û Etal
bivexwûnin ser xweºiya kompiloyek - Serketinek nû
hember kurdek î.
... çi pê na çe û hestiyên qurbanên bêhna sêvan li
Helpeçe dê kate din ser wêneyên ku di erºîvê Kenalên
erebî de û dê ji toz û xubarê dê sipîkirasên Emîrên
axir zeman lewitin û wî çaxî Yeketiya Neteweyên
yekgirtî ( UN ) Dê neçar bibe û civînek ne asan
bibeste egerna dê Vîtoyî bikarbihînin û hingê ne
xwezikên Kofî Enanê belengaz.
.. çi pê na çe û hemû Dihlik - Puºt - Qehbe -
Evînfiroº dê tobe kin ber destê xwedan xêrên kenalên
esmanî yên xemxwer û ªerîf.
.. çi pê na çe û Betalî dê kêm bibe li nava dewletên
Medyayê .
.. çi pê na çe û yêdî mirî cihê xwe na din zindiyan li
goristanên Misrê.
... çi pê na çe dê birayên musilman destên xwe biêxin
dest hevde li Cezayîtê û paºî yê xerîb dê bim ez.
...çi pê na çe û welatkên kendavî Dê derkevin ji
çarçêveyê cîhana siyem.
..çi pê na çe û Destorê dewletan dê tev bibe melekî û
wîçaxî dê ji nû û bi azadî dergehê hilbijartinê jibo
hevwelatiyan vebin.
... çi pê naçe û Israîl dê bi deverê giºt çolbike ji
tirsên daxuyaniyên agirane ji zardevê ºivanekî yan
bila gavan be.
.. çi pê na çe û seddam dê tobe bike û ºehde bide û
wîçaxî kenalên esmanî dê ji nû gehin astê pîºebaziyê.
.. çi ne ma ye û Birêveberiya Welatên Emerîka dê
sexerbûna xwe biselmînin bi xêra kamîreyên
rojnamevanên kenalên esmanî û dîmenên xelkê sivîl ji
Iraqê mîna Mehemed Al Dorreyî yê Filistînî.
..çi pê na çe û ji bo xatiriya biratiya kurd û ereb
milletê kurd bi 40 melyon ve , nemaze kurdên
nasyonalîzim, dê dev ji Kurdistanê berdin tinê daku
ekranên kenalên esmanî carekî navê kurdan bi qencî li
qelem bide herçende Zerdeºt û Selahedîn û Eqqad, Kurrê
Teymiyê, Evdilrehmanê Kewakibî, Mehemedê Evdoyî, Ehmed
ºewqî, û Xurasanî û Mehemed pêxember ...herçûn.
.. çi pê na çe û Wêneyên Saddamî tev dê bibin dîwarên
azad jibo qedexekiriyan ji derbirnînê lê wî çaxî
henaseyên hinartiyên kenalên esmanî dê çik bibin û
Pîlên kamîre û mîkrifonên wan dê vala bibin û mixabin
cîhan tev dê li bendî dîmenekê taybet bimîne.
.. çi pê na çe û ... nahê gotin!
Belê, mirov bê hemdî xwe sersam dimîne ji helwîstê
medyayê bi taybet ya Erebî di heyama hevkat de lê ez
sersam na mînim ji ber ku ji roja roj rastiya azarder
jibo min aºkira ye û hergîz tev li aºobiyê û xeyalê ne
bûye.
Kenalên Erebî, ne hemû, lê belê gelekiya wan di vê
heyamê de rasteqîniya xwe ji dest didin bi hoyê
tagiriya ne dadperwer û larêbûnê bêyî ku rayê giºtî
yan rewºt û pirinsîpên medyayê li ber çav bihên
wergirtin. Pirr ciwane gava ku mirov palpiºt û alikar
be jibo pêºketina netewayetiya xwe lê belê ne ser
berjewendiya pîroziyan ne xasime yên ku mirovayetî
giºt ser vê yekê li hevhatî erêkirî.
Erê ma milletê ereb dizane ku medya erebî wî bi ser de
dibe ? eger bizane wîçaxî ev bi xwe dupatkirine ser
helwîstek ºermizar û hevbeºî ye di tawan û gunnehê de.
Eger nezane jî .. bi xwe bi xwe tirajîdiyek e.
Li dawiyê pirsekê arastey wan wê medyayê dikim : Aya
eger hat û tiºtên ne çaverêkirî li angoriya hez û hizr
û texmînên we rûbidin, wî çaxî hûn dê bi çi serûberî
xuya bibin ? bi çi rû ?
Top
|