|
Duza
kurd û ēerx û felek
Ēendī duza kurd
mezine û ēendī aloze rûdanên herêmê jī wesan di
mezinin û di alozin.
Bi egera kû welatê kurda bi ser ēend welatan hatiye
dabesh kirin û kurd hatine durpêē kirin, duza kurd
zor aloze. Lewma her guhûrīneka li ser rijêmeka
dagīrkera kurdistanê dibīt, bo kurdan dibīte delīve
ku xebata xwe xurt bikin û hewil bidin li dûv wan
guhorīna mafê xwe yê rewa wek millet bidest bêxin.
Gelek cara delīvên herī bash bo kurdan hatine û
kurda hīvīyên mezin li ser ava kirine lê dīsan di
ser kurdan ra derbaz boyne bêy ku kurd mifayekī jê
bibīnin.
Vê carê li bashurê kurdistanê mezintirīn hīvī bo
hurdan peyda bo û cara yekê bo ku kurd bibin xudanên
deselatdariyê li ser parēekê ji axa xwe pishtī
parēekirina Kurdistanê. Ji bilī yek sala Mihabatê.
Hemī kurda hīvī li ser vê parēa azadkirī ava kirin û
ji xwe ra dikir hêvênek bo serxwebona hemī kurda. Lê
ya bala mirovī di kêshīnīt li vir ewe ku hêshta em
peyva serxwebonê bi sherim dizanīn yan hizir dikīn
ku em dê mafê hindeka binpê kīn dema em cudabonê bi
xwazīn. Ēima ne? Bersiva ka boēī piranīya kurdan
cudabonê dixwazin, ewe kû ēima yên hember kurda vê
naxwazin
Aya xwe girêdana wan bi kurdan ve ji hêzû giringiya
kurdane yan ew hêshta yê li wê xewnê ku dê kurda
fetisīnin. Ger mebesta wan pê giringiya kurdan bit û
divên ji kurdan fêr bibin, dê cīranetiyeka ava hebīt.
Ger mebesta wan pê fetisadnina kurda bīt diyare
hêshta bo wan ziye bigehin astê têgeheshtinê. Eger
ew li welatên xwe bibin xudan û xwe ava bikin têra
wan heye. Û ne ew pêwīstī welatê mene û nejī lêdana
mene.
Ma dê her ew betalên lêdana mebin? Ma bo xwe ēi karê
dī nakin.
Cudabon ne neviyanīye belko rêz li hevdu girtine.
Zaro ji dayk û baban cuda dibin.
Cudabon bo herdu la bashe. Lê hindī em bi yektir ve
girêday bīn dê catī avakirin û pêshxistinê, mīnīne
bi hêrish kirin û berevanī kirinê ve.
Ēunku miletê ereb û kurd du miletên jêk cuda ne bi
hemī rih û rīshalên xwe ve, mana wan bihevra tenê
hasta serdestī û bindestīyê peyda dikit. Bo nimone:
Dema ez zarok bom li gundê xwe min li dibistana
kurdī di xwand. Ew jī li saya hebona shuresha kurdī
û berevanī kirina pêshmergey. Birayê ereb ew xandina
kurdī li kurdistanê ji xwe ra tirs û fikar di dīt û
ew bi parēe kirina welatê xwe nas dikir. Dīsan min
jī hest bi zordastiyê dikir kû di pertoka min da ēi
li ser dīroka bapīrên min nebo û catī kû ez navê
dara ber dergegê xwe bizanim min navê hemī bajêrên
li welatê erebī dizanīn. Li shina kû ez Ehmedê Xanī
nas bikim min dizanī kanê berī sedan sala li durava
erebī jiyan ēawan bo, ewī ēi gotibo û yê dī ēend jin
hebon. Eve li vêrê min û birayê ereb herduka hest bi
neheqīyê kir. Lewma ez dibêjim bihevra jiyan zor
zehmete. Lê bihevra karkirin û pêshxistin asane.
Īro pishtī van hemī guhorīnên li herêmê, kurda
destkeftên mezin bi dest ve īnan û eve serê 13
salane kurd xwe bi rêve diben û di serbixwene. Ne ēi
ji kesê dixwazin û nejī li ser axa kesekīne. Ev
nifshê nu yê kurda li bin xweserīyê peyda boy
nikarīt bi ēi renga
bikevīte bin tepeserīyê..
Kurda rolekê mezin hebo di roxandina rijêma xwīnmêja
Baxdayê ēima pêdvī bīn ku em bi dûv xelkê ve biēīn û
ebakê wan bigrīn da kû birayīnīya me qebol bikin!
Em bi bê minetiya xwe û yak rêziya xwe xewna
hezretê Xanī di īnīne dī:
Nuke kurdan hêzeka mezin di dest da ye ew jī
yekrêzīya wane û dilsozīya mirovê kurde bo duza wī.
Her li Kurdistan û her li derve mirovê kurd amadeye
bo xebata pêwīst û guhdarê biryara deselatdariya
yekgitīye.
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi ēi wechi mane mehrûm
Bilcumle jibo ēi bûne mehkûm
Ahmadê Xanī Viyan Mayī 20/1..04
Top |